Rûsya: Şerê li Îranê dê bibe pêşbirka hewandina çekên nukleerî

Rûsyayê hişyarî da ku şerê DYA û Îsraîlê li dijî Îranê pêk tîne dikare li herêmê pêşbirkek çekên nukleerî çêbike, Tehran û dewletên Ereban ber bi lêgerîna çekên nukleerî ve bibe. Ev jî gefan dixwe dosyaya nukleerî belav bibe û ji kontrolê derkeve.

Rûsya: Şerê li Îranê dê bibe pêşbirka hewandina çekên nukleerî
3 adar, 2026   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê îro hişyarî da ku şerê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê li dijî Îranê pêk tîne dikare Îran û cîranên wê yên Ereb ber bi lêgerîna çekên nukleerî ve bibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku encama mantiqî dê derketina holê ya "hêzên di nav Îranê de be ku ber bi tiştê ku Amerîkî hewl didin pêşî lê bigirin ve diçin, anku bidestxistina bombeya nukleerî, ji ber ku Amerîka êrişî kesên ku xwediyê bombeyên nukleerî ne nake."

Lavrov di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku dibe ku dewletên Ereb jî tev li pêşbirka çêkirina çekên nukleerî bibin.

Lavrov da zanîn ku xeterî niha zêde dibe ku "pirsgirêka belavbûna nukleerî dê dest pê bike ku ji kontrolê derkeve. Armanca aşkera ya şerkirinê ji bo pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî ye û wê bi xwe re encamên cuda bîne."

(fr)