Çînê dijberiya xwe ji êrişên li dijî Îranê re nîşan da

Çînê Îsraîlê agahdar kir ku ew dijberî êrişên wê û DYAˊyê yên li dijî Îranê ye û hişyarî ji bikaranîna hêzê da ku krîzê çareser nake, lê wê pirsgirêkên nû derxe holê.

Çînê dijberiya xwe ji êrişên li dijî Îranê re nîşan da
3 adar, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rgihandina fermî ya Pekînê, Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ji hempîşeyê xwe yê Îsraîlî Gideon Sear re got ku welatê wî li dijî êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê ye.

Ajansa Nûçeyan a Xinhua li ser zimanê Wang ragihand ku Wang bi rêya telefonê de ji Sear re got, "Çîn li dijî her êrişeke leşkerî ya Îsraîl û DYAˊyê ya li dijî Îranê ye" û diyar kir ku "hêz bi rastî nikare pirsgirêkan çareser bike, berevajî vê, ew ê bibe sedema pirsgirêkên nû û encamên giran."

(ac/fr)

ANHA