Rûsya, li Ukraynayê 3 roj agirbest ragihand
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agirbestek demkî li Ukraynayê, ji 8 heta 11’ê Gulanê, ragihand, di heman demê de Ukraynayê daxwaz ji Rûsyayê kir ku garantiyên pabendbûna Rûsyayê pêşkêş bike.

Li gorî Rûsya Today, hemwextî pîrozbahiyên "Roja Serkeftinê" ku her sal bi boneya bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn tên lidarxistin, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agirbesteke demkî, ji 8 heta 11’ê Gulanê, li Ukraynayê ragihand.
Ev biryar digel rageşiyên zêde û pevçûnên çekdarî li gelek eniyan û zextên zêde yên navneteweyî yên têkildarî bidawîkirina şer û sivikkirina êşên welatiyan, hat dayîn. Moskov diyar kir ku armanc ji agirbestê "korîdorên mirovî" werin vekirin ku karên derxistina welatiyan ji herêmên zirardîtî werin hêsankirin.
Li aliyekî din jî desthilatên Ukraynayê hişyariya xwe li hember agirbesta ku Rûsyayê ragihandiye nîşan da û got pêwîst e garantiyên zelak werin pêşkêşkirin ku hêzên Rûsyayê pabendî agirbest bibin.
(fr)