Şandeyek "Free Burma Rangers" li Tişrînê ye
Şandeyek Rêxistina "Free Burma Rangers" a Amerîkayî serdana Bendava Tişrînê kir, da ku rewşa bendavê bi şopîne û alîkariyên tundirstî pêşkêşî birîndaran bike.
Ji bo şopandina rewşa li Bendava Tişrînê û zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li benavê bûne, her wiha ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tundirstî ji birîndaran re, şandeyek Rêxistina "Free Burma Rangers" ya Amerîkî û mirovî serdana bendavê kir. Cara yekemîn e ev rêxistin serdana bendavê dike.
Rêxistina "Free Burma Rangers" rêxistineke Amerîkî û mirovî ye, li herêmên şer kar dike, girîngiyê dide pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji sivîlên zirar ji ber şer û pevçûnan dîtine. Armanca ji avakirina rêxistinê ew e ku piştgiriya civakên ku êşan ji ber şerê çekdarî dikişînin, alîkariyên tibî pêşkêş bike, birînaran veguhêzin û binpêkirinên mirovî belge bikin.
Rêxistin li hermên cuda yên seranserî cîhanê, di nav de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixebite. Di êrişên 2019’an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê de endamên rêxistinê şehîd û birîndar bûn, her wiha alîkarî pêşkêşî koçberên Efrîn û Şehba û Serêkaniyê kirin.
(fr)
ANHA