Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku hevdîtinên xwe li Rojava didomîne, banga Rêber Abdullah Ocalan bi PYD, PDK-S, Şaredariya Qamişlo û Mala Êzidiyan re gotûbêj kir.

Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
Şandeya ji Bakur banga Rêber Abdullah Ocalan bi sazî û partiyan re nîqaş kir
28 nîsan, 2025   15:54
QAMIŞLO

Şandeya ji Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) serdana Şaredariya Qamişloyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Sûriye (PDK-S) û Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê kir.

Şande ji hevserokê BDP’ê Keskîn Bayindir, endamê DEM Partiyê Serhat Eren, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê.

Têkildarî nîqaşên ku di hevdîtinên şandeyê de hatine kirin, Mehmet Kamaç agahî dan ajansa me.

Mehmed Kamaç got: "Me ji bo gotûbêjkirina geşedanên li Rojhilata Navîn rû didin û pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêzehevdîtin bi aliyên cuda re pêk anîn."

Kamaç diyar kir ku armanc ji van hevdîtinan li nêrînan guhdarî bikin û pêşniyaran pêşwazî bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em pêşniyarên xwe bi wan re pave dikin û rexneyên wan jî tomar dikin. Der barê rêveçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê de pirs hene. Hewldan û hevdîtinên me jî di vî warî de dewam dikin."

Mehmed Kamaç diyar kir ku wan ji bo nîqaşkirina pirsgirêka Kurd û bandora wê li pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û herêmê serdana partî û rêxistinên cuda kir.

Şande dê sibe serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Qamişloyê jî bike.

(bb)