Rûsya îdia kir li hemû eniyan bi pêş ve çûye, Ukraynayê red kir

Moskovê îdia kir ku hêzên wê li gelek eniyên Ukraynayê bi pêş ve çûne lê Kîevê ev îdia red kir.

Rûsya îdia kir li hemû eniyan bi pêş ve çûye, Ukraynayê red kir
18 îlon, 2025   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li piraniya eniyên şer ên Ukraynayê bi pêş ve diçin û şer li derdora bajarê Pokrovsk ê li parêzgeha Donetskê diqewime.

Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê General Valery Gerasimov daxuyand ku artêş li herêmên Donetsk, Zaporizhzhia û Dnipropetrovsk bi pêş ve diçe. Serfermandar got hêzên Rûsyayê hema bêje li tevahî eniyan bi pêş de diçin.

Gerasimov ragihand ku li nêzî Pokrovskê şerên dijwar diqewimin û anî ziman ku artêşa Ukraynayê hewl dide pêşveçûna wan rawestîne lê derbên giran dixwe.

Gerasimov destnîşan kir ku Ukraynayê yekîneyên xwe yên şer ên herî perwerdekirî li eniya rojhilat belav kiriye, ev jî bû sedem ku hêzên Rûsyayê li cihên din bi hêsanî bi pêş de biçin. Her wiha îşaret pê kir ku hêzên Rûsyayê li eniya Kupyansk a herêma Xarkîvê û eniya Yambyl ya li rojhilatê welêt destkeftî bi bi dest xistine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî di hevpeyvîneke li gel Sky Newsê de îdiayên Rûsyayê red kirin û got Rûsya li eniyên pêş şer tu pêşketinek bi dest nexistiye.

Rayedarên leşkerî yên Ukraynayê jî diyar kir ku wan hewldanên ketina hêzên Rûsyayê ya nava Pokrovskê têk birine. Berdevkekî yekîneyeke li Kupianskê ragihand ku wan hewldana hêzên Rûsyayê têk biriye û hejmareke leşkerên Rûsyayê girtine.

(bb)