Îsraîlê êrişî Beelbek a Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin

Balafireke bêmirov a Îsraîlê li Beelbek a li rojhilatê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Beelbek a Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin
18 îlon, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh li bajarê Beelbek ê li rojhilatê Lubnanê êrişek pêk aniye ku di encamê de kesê bi navê Hisên Sêfo Şerîf û kesekî din hatine kuştin. Artêşê aşkera kir ku Şerîf "bazirganekî çekan" e û li hundirê Sûriyeyê beşdarî êrişên li dijî Îsraîlê bûbû.

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê, balafireke bêmirov a Îsraîlê duh, erebeyek li taxa El Esîra ya li Beelbekê bombebaran kiribû, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî diyar kir ku wek bîlançoyek destpêkê di êrişê de 2 kes hatine kuştin.

(fr)