Li Kobanê şehîd Behrî Şêx El hat oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Behrî Şêx Elî oxir kir. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanekî QSDˊê aşkera kir û merasîma xiyabî ji bo 3 gerîlayên HPG`ê li dar xist .

10 tebax 2024   16:01
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê, endamê Hêzên Ewlakariya Hundirîn, nûnerên partiyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Behrî Şêx Elî oxir kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Behrî Şêx Elî 8`ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû li Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Mihemed Bozî sersaxî da malbata şehîd û got: “Em di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibin. Divê em bi giyanê destanê û vîneke xurt tev bigerin. Di Tebaxê de şehîd Egîd guleya yekemîn li dijî dagirkeriya Tirk teqand. Bi wê giyanê em ê li hemberî êrişên li dijî destkeftiyên me li ber xwe bidin. Em serî ji siyasetên qirkirinê re natewînin.”

Bozî destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin, dê têkoşînê mezin bikin.

Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Latîfe Silêman jî got: "Şerekî derexlaqî li dijî me, civak û destkeftiyên me tê kirin. Divê em bi giyanê destanê yê ku em ji Rêber û şehîdên xwe digirin, tev bigerin."

Malbata şehîd jî soz da ku rêya şehîdê xwe berdewam bikin.

Her wiha nasnameyeke şervanê QSDˊê Xelîl Îbrahîm ku 2013ˊan li gundê Bexdikê yê kantona Firatê şehîd bûbû hat aşkerakirin. Her wiha merasîmeke xiyabî ji bo 3 gerîlayên HPGˊê hat lidarxistin û navên wan wiha ne: gerîlayê HPG`ê Ararat Tolhildan (Sara Cezaîr) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 24`ê Nîsana 2024`an şehîd bûye. Gerîlaya HPG`ê Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 30`yê Hezîrana 2024`an şehîd bûye. Gerîlayê HPG`ê Bahoz Hewlêr (Fewaz Oso) ku Nîsanê di berxwedana li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şehadetê yên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin. Dûre girseyê cenazeyê şehîd Behrî li goristanê veşart.

(şx)