‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hewldanên çareseriya siyasî gaveke girîng e’

Siyasetmedar Remo Heyder û Nûrhat Şindî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wek gaveke girîng ber bi xurtkirina çareseriyên siyasî û diyalogan ve nirxand û got krîzên heyî nêzîkatiyên siyasî û aştiyane hewce dikin.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hewldanên çareseriya siyasî gaveke girîng e’
17 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Siyasetmedar Remo Heyder û Nûrhat Şindî yên ji bajarê Til Temirê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Remo Heyder anî ziman ku girîngiya ramanên Rêber Abdulah ne tenê bi aliyê siyasî ve sînordar e, lê bi pêşkêşkirina felsefeya neteweya demokratîk û banga jiyana hevbeş di navbera gel û pêkhateyên cuda de aliyên civakî, çandî û rewşenbîrî jî digire nava xwe.

Remo Heyder destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan yek ji ronakbîrên girîng e ku bandoreke siyasî, çandî û civakî li herêmê hişt û berhemên wî bi eleqeyeke berfireh hatin pêşwazîkirin û wergerî gelek zimanan hatin kirin, vê jî hişt fikr û felsefeya wî li gelek welatên cîhanê belav bibe.

Heyder di dewama axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku ji bo mîsogerkirina mafên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û anî ziman ku daxwaza azadkirina wî ya fîzîkî ji teqdîrkirina rola wî ya fikrî û rewşenbîrî û nêrînên wî yên dikevin xizmeta civakan de tê kirin.

Çalakvana siyasî Nûrhat Şindî jî li ser mijarê ev tişt anî ser ziman: "Li gel merc û pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ne, em dibînin ku pêdivî bi çareseriyên xurtkriina istiqrarê û diyalogan heye. Li ser vî esasî em banga azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber raman û bangên wî ji krîzên heyî re rêya çareseriyên aştiyane ye."

Nûrhatê got tevî ku pêvajoya çareseriya siyasî hêdî dimeşe lê nîşane û gavên ku ji xurtkirina diyalogan û lêgerîna li çareseriyên siyasî têne avêtin hene û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em hêvî dikin ku ev hewldan bin wesleya pêkanîna istiqrarê û gihiştina encamên ku xizmeta gelên herêmê bikin."

Nûrhat Şindî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Em bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildar dikin ku hewldanên xwe yên şopandina vê dozê bidomînin, gavên cidîtir ber bi dîtina çareseriyan bi rêyên diyalog û rêbazên siyasî ve biavêjin, ku bibin sedema istiqrarê û xurtkirina derfetên aştiyê li herêmê.”

(bb)

ANHA