Rueters: Dibe ku Amerîka û Tehran yekşema bê peymanekê li Cinêvî îmze bikin

Raporan aşkera kir ku di hewldanên dîplomatîk ên bi armanca bidawîkirina şerê navbera Amerîka û Îranê de pêşketin heye û îhtîmal e yekşema bê her du peymanekê li Cinêvê îmze bikin.

Rueters: Dibe ku Amerîka û Tehran yekşema bê peymanekê li Cinêvî îmze bikin
12 hezîran, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî rojavayî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran nêzîkî îmzekirina memorandumeke têgihîştinê ne, dibe ku di yekşema bê de li Cinêvê bê îmzekirin. Li gorî ajansê, hîna naveroka peymanê tê amadekirin, lê Tehran hîna îsrar dike ku êrişên leşkerî li Lubnanê werin rawestandin û dosyayên din ên girêdayî ceza û pereyên cemidî yên Îranê werin çareserkirin.

Di heman çarçoveyê de, Reuters li ser zimanê serokê Hizbullah Hesen Fedlellah diyar kir ku partî bawer e ku Îran dê mijara Lubnanê di her lihevkirinek ligel Washingtonê de bixe rojevê.  Fedlellah destnîşan kir ku rawestandina şerê li Lubnanê ji bo Tehranê di danûstandinên pêşîn de ye.

Reuters bi bîr xist ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku peymanek bi Îranê re nêzîk e û geşbîniya xwe anî ziman ku Tengava Hurmuzê dikare di cih de piştî îmzekirina peymanê ji nû ve were vekirin. Vê daxuyaniyê bandorek erênî li ser bazarên cîhanî û bihayên petrolê kir.

Di heman demê de, AFPˊê jî ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dê nehêle Îran xwediyê çekên nukleerî be û li ser vê mijarê tevî hewldanên dîplomatîk ên berdewam bi Tehranê re, lihevkirinek tevahî bi Trump re piştrast kir.

Li aliyekî din jî Reutersê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî hikumeta Almanyayê da zanîn ku rojên dawî pêşketinek ber bi çareseriyek dîplomatîk ve ji bo bidawîkirina şer heye û îhtîmalên veguheztina ji şerê leşkerî bo çareseriyek siyasî li herêmê zêde kirine.

(fr)