El Şera: Niyeta Sûriyeyê ya destwerdana li Lubnanê nîn e

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera rastiya agahiyên têkildarî îhtîmala destwerdana Sûriyeyê li Lubnanê derewand û diyar kir ku tu niyeta Şamê tune ye ku derbasî qada Lubnanê bibe.

El Şera: Niyeta Sûriyeyê ya destwerdana li Lubnanê nîn e
12 hezîran, 2026   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera diyar kir ku Şam naxweze destwerdanê li kar û barên Lubnanê bike û agahiyên têkildarî derbasbûna Sûriyeyê li qada Lubnanê hatine belavkirin gotegot in.

AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên di hevdîtina El Şera ligel şandeyek ji rûspiyên parêzgeha Gundewarê Şamê li Qesra Gel de amade bûbûn diyar kir ku rayedarê Sûriyeyî di civînekê de dosyaya Lubnanê nîqaş kir û gotegotên der barê tu meylên Sûriyeyê yên derbasbûna li Lubnanê derewandin.

Ruxmî agirbestê û hemwextî danûstandinên rasterast di navbera desthilatên Lubnanê û Îsraîlê de, ev daxuyanî ligel berdewama nakokiya di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de tên kirin.

Li gorî raporên dîplomasî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji destpêka êrişa di navbera Îsraîl û Hizbullahê ya 2ˊyê Adarê de zextên li ser Şamê didomîne da ku gavan li dijî Hizbullahê li hundirê Lubnanê biavêje. 

Di vê dawiyê de serokê Amerîkayê Donald Trump amaje kir ku îhtîmal e ji Şamê bixwaze li dijî Hizbullah tev bigere.

Daxuyaniyên El Şera di heman demê de bi hişyariyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdem in, ku tê de Erdogan diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û Lubnanê ji sînorên gefên herêmî derbas bûne û bandorê li ewlehiya Tirkiyê kirine û daxwaza rawestandina wan kir.

(fr)