Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê bi xwespartina li enerjiya altarnatîf projeya ronîkirina têketina başûr ber bi dawiyê ve dibe.

Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
Ronîkirina têketina başûrê Şedadê bi dawî dibe
31 gulan, 2024   09:38
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi xwespartina li enerjiya tavê projeyên xizmetguzariyê dewam dike. Di nav de projeyên ronîkirinê hene.

Şaredariyê ji nîvê Gulanê ve li ser ronîkirina têketina başûrê bajêr dixebite û çaverê ye di 28ˊê rojên bê de bi dawî bike.

Şaredarî bi hevkariya Rêxistina Parastina Zarokatiyê û Şîrketa Ats a Avahiyan dest bi vê projeyê kiriye. Der barê de, endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel a Şedadê Emîn Bîlal got: "Ji bo bicihkirina stûnan me kortik kolandin. Di navbera stûnan de 25 metre heye. bilindahiya her stûnekê 10 metre ye."

Bîlal diyar kir ku dirêjahiya projeyê 2 hezar û 800 metre ye ku ji pira Sîna dest pê dike û digihêje benda El Hemad û got: "Em xebata xwe ya pêkanîna gelek projeyan dewam dikin."

(fr)

ANHA