Amerîka îşaret bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir û Pedersen hişyarî da

Nûnera Amerîka ya NY`yê Linda Thomas Greenfield got welatê wê amade ye rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nîqaş bike heke di çareserkirina aloziyê de, pêşketinek çê bibe. Lê belê nûnerê Amerîka yê NY`yê Geir Pedersen jî hişyarî da ku "nebûna çareseriya siyasî, dê aloziya sûriyeyiyan zêdetir bike".

Amerîka îşaret bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir û Pedersen hişyarî da
31 gulan, 2024   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Linda di civîna Meclisa Ewlehiyê ya ji bo Sûriyeyê wiha axivî: "Dem hatiye ku rejîma Sûriyeyê bi niyeteke baş bi opozîsyonê re dan û standinê bike. Ji bo ku bigihêjin çareseriyeke siyasî û vegerin komîteya destûrê."

NEBÛNA ÇARESERIYA SIYASÎ YA GIŞTÎ DÊ ALOZIYA SÛRIYEYIYAN GIRÊKTIR BIKE

Nûnerê Amerîka yê NY`yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civînê de beha rewşa li Sûriyeyê û got: "Nebûna çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dê azarên sûriyeyiyan girêktri bike. Wê tevliheviya li herêmê zêdetir bibe."

Pedersen wiha domand: "Pêwîstiya me bi rawestandina şer li eniyên aloziyê heye. Peyama min a sereke ew e ku aloziyên girêk û kûr heta dawiyê berdewam nakin û divê asoyeke siyasî ji bo çareserkirina wê hebe."

Pedersen destnîşan kir ku ti aliyek bi tena serê xwe nikare aloziyê çareser bike, dîplomasiya navneteweyî ya avaker û bi beşdariya her kesî, rêya çareseriyê ye.

Her wiha diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê dijwar e lê belê pêwîst e û bang li her kesî kir ku cihê xwe di çareserkirinê de bigirin.

PÊWÎST E ALOZIYA PENABERÊN SÛRIYEYÎ BILEZ WERE ÇARESERKIRIN

Pedersen di civînê de behsê kir ku rewşa penaberan li welatên cîranên Sûriyeyê "tirsanek e" û divê bilez were çareserkirin.

Pedersen careke din helwesta NY`yê ji mijara penaberên sûriyeyî destnîşan kir û got: "Diyar e û nayê guhertin û li gorî pîvanên parastina navneteweyî û metirsiyên penaberan e."

Pedersen got diyarkirina hin deveran li Sûriyeyê ku ji bo vegerê ewle ne, pirsgirêka penaberan çareser nake û diyar kir ku ji bo çareserkirinê gelek pêşniyar hene.

Her wiha Pedersen behsa "komîteya destûrê" kir û got: "Çalakkirina wê, dê aliyên Sûriyeyê vegerîne ser masayê ji bo ku dozên bingehîn çareser bikin."

(şx)