Li Efrînê şêniyek din hat revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Polîsa Leşkerî" li Efrînê şêniyek revand.

Li Efrînê şêniyek din hat revandin
31 gulan, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê aşkera kirin ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsa Leşkerî" duh (30`yê Gulanê) kesêkî bi navê Xelîl Elî (Ebû Îsmaîl) ê 58 salî û ji gundê Elî Kara yê bajarê Bilbilê, li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, di Gulanê de 31 şênî hatine revandin. Hemwextî wê gelek kesên revandî veguhastine girtîgehên desthilata Tirk û cezayên giran li wan hatine birîn.

(şx)

ANHA