Li Xezayê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê Xezayê motorsîklêtek bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Li Xezayê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
13 tebax, 2026   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê motorsîklêtek bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Li gorî Reutersê, ji destpêka agirbesta ve ku di Cotmeha 2025‘an de hate ragihandin zêdetirî hezar û 250 kes di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hatine kuştin.

(bb)