Rojnameyên erebî: Zextên derve di navbera QSD û Şamê de dibin sedema aloziyê 

Rojnameyên erebî diyar kir ku di serî de dewleta Tirk, zextên ji derve peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de asteng dikin. Ev jî dibe ku rewşê ber bi rageşiyê bibe.  Rojnameyan destnîşan kir ku li Îranê jî bêdengiyeke baldar heye û sîstema teknokratan jî bûye cihê pirsnîşanê ji bo xelkê Xezayê.

Rojnameyên erebî: Zextên derve di navbera QSD û Şamê de dibin sedema aloziyê 
17 ÇILE, 2026   10:41
NAVNDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de û astengiyên li pêşiya pêkanîna wê, her wiha rewşa Îranê û pêşketinên li Xezayê.

‘ZEXTÊN DERVE PÊKANÎNA PEYMANA 10’Ê ADARÊ ASTENG DIKIN’

Rojnameya El Ereb cih da peymana 10’ê Adarê (2025) ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de. Hate gotin: “Ji dema îmzekirina peymana 8 xalan a 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta Sûriyeyê de ya armanca wê hêsankirina entegrebûna QSD’ê bi hêzên çekdar ên girêdayî Şamê ve, tu pêşketineke berbiçav çênebûye. Muhleta ku ji bo dan û standinan (heya dawiya 2025’an) ku di peymanê de hatibû destnîşankirin, derbas bû. Piştî ku muhlet bi dawî bû û dan û standin têk çûn, yekser rageşî di navbera her du aliyan de dest pê kir.”

Rojnameyê diyar kir ku QSD siyaseta hikumetê rexne dike ku hevbeşiyê nameşîne, wê û hêzên siyasî yên din ên alternatîf nagire nava xwe. Her wiha hilbijartinên parlamentoyê yên ku 5’ê Cotmeha 2025’an wekî "şeklî" bi nav kir, ji ber ku herêmên QSD’ê û Siwêda negirtîne nava xwe û hêzên din ên sûriyeyî paşguh kirin.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku rayedarên Wezareta Parastinê ya Tirk aşkera got divê şervanên QSD’ê wekî ferd tenê entegre bibin û QSD’ê wekî saziya leşkerî were fesixkirin, lê QSD’ê vê yekê wek zextên giran ên Tirkiyeyê yên li ser Şamê dibîne.

Li gorî rojnameyê; "faktorên derveyî dikarin tundiyê sînordar bikin, lê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser operasyoneke leşkerî ya muhtemel a li dijî QSD’ê hene. Gaveke bi vî rengî dikare pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKK’ê de bixe xetereyê û dibe PKK’ê neçar bike ku agirbestê bi dawî bike.”

‘BÊDENGIYEKE BALDAR Û TEVGERÊN DÎPLOMATÎK ÊN ARAMKIRINÊ DEWAM DIKIN’

Der barê xwepêşandanên li Îranê de jî rojnameya El Erebî El Cedîd diyar kir "Li Îranê piştî kêmbûna asta xwepêşandanan, bêdengiyeke baldar heye. Desthilata Îranê teqez dike ku ewlehî hatiye kontrolkirin. Lê nîşane hene ku di dema heyî de dê rageşiyeke gangaz di navbera Washington û Tehranê de çênebe.”

Hate gotin, serokê DYA’yê Donald Trump spasiya hikumeta Îranê kir ku biryara darvekirina zêdetirî 800 kesî betal kir.

Rojnameyê destnîşan kir; “Balyozê Îranê yê Tunisê Mesûd Huseyniyan di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku daxwazên gelê Îranê rewa ne. Her wiha anî ziman ku bi taybetî li paytext Tehranê rewş niha aram e." Hate gotin, balyoz destnîşan kir ku hikumet di çareserkirina tevahî pirsgirêkên aborî û başkirina rewşê bi rêya diyalogan de berdewam e.

‘RÊYA KOMÎTEYA RÊVEBIRINA XEZAYÊ BI TEQEMENÎ Û KAVILAN DAGIRTÎ YE’

Der barê rewşa Xezayê de, Rojnameya The Independent destnîşan kir ku xelkê Xezayê li ser avakirina serkeftî ya Komîsyona Neteweyî ya Rêveberiya Xezayê geşbîn e, lê pirsên mezin li ser mekanîzmayên xebatê yên teknokratan derxistin holê. Hate gotin, xezayiyan meraq dikir gelo teknokrat dê bikarin tevî hebûna dezgehên hikumetê yên girêdayî Hemasê Xezayê bi rê ve bibin û dê di warê alîkarî, stargeh, ewlehî û sepandina qanûnê de çi pêşkêş bikin?

Hate gotin: "Piştî hilbijartina endamên Komîsyona Neteweyî ya Rêveberiya Xezayê ku ji pisporan pêk tê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê teknokratan. Divê ew bi bajarekî bi tevahî wêranbûyî re mijûl bibin û wî ji kavilan ji nû ve ava bikin. Bê guman ev komîsyon dê bi dijwariyên girîng re rû bi rû bimîne.”

(b)

ANHA