Koşka Spî avakirina "Konseya Aştiyê ya Xezayê" ragihand

Koşka Spî di çarçoveya qonaxa duyemîn a plana bidawîkirina şer û rêvebirina Xezayê de, avakirina "Konseya Aştiyê ya Xezayê" ragihand. Serokê Konseyê Donald Trump e û endamên wê Marco Rubio, Tony Blair û Jared Kushner in.

Koşka Spî avakirina "Konseya Aştiyê ya Xezayê" ragihand
17 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî di çarçoveya qonaxa duyemîn a plana bidawîkirina şer û rêvebirina Xezayê de, roja pêncşemê avakirina "Konseya Aştiyê ya Xezayê" ragihand. Konseyê jî duh bi daxuyaniyekê navên endamên damezrîner ên konseyê jî aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serokê DYA’yê Trump, wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair wekî endamên damezrîner ên konseyê tayîn kirin. Nûnerê Taybet Steve Wittkopf, zavayê wî Jared Kushner û Serokê Banka Cîhanî Ajay jî  ji bo desteya rêveberiya damezrîner a 7 endaman hatine tayînkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Trump xwe wekî serokê konseyê destnîşan kiriye û dê hefteyên pêş de hin navên din ragihîne.

Roja Pêncşemê, Trump "Konseya Aştiyê" wekî "Konseya herî mezin û bi prestîj a ku heya niha li her deverê hatiye avakirin" bi nav kir.

Ji bo rêvbirina Xezayê piştî şer jî, komîteyek teknokratîk a filistînî ya ji 15 endaman pêk tê hatibû ragihandin. Komîte ji aliyê cîgirê berê yê wezîrê plansaziyê yê hikumeta Filistînê endazyarê Filistînî Elî Şees ve tê birêvebirin.  Serokê komîteyê, bi destpêkirina qonaxa yekem a ji nû ve avakirinê hat erkdarkirin.

Koşka Spî, generalê amerîkî Jasper Jeffreys wekî serokê hêza îstîqrara navneteweyî li Xezayê tayîn kir.

(b)