Rojnameyên erebî rewşa Sûriye, Lubnan û Lîbyayê nirxandin

Li gorî çavdêran, tevî ku salek di ser guhertinên leşkerî yên li Sûriyeyê re derbas bûye jî, lê zîhniyeta hizbî hîna saziyên nû kontrol dike. Rojnameyê diyar kir ku ev zîhniyet rê li ber îstîqrara rastîn a welêt digire. Washington û Tel Avîv ji bo bêçekkirina Hizbullahê zextê li ser Lubnanê zêde dikin. Li Lîbyayê parçebûn zêde dibe û rewş aloztir dibe.

Rojnameyên erebî rewşa Sûriye, Lubnan û Lîbyayê nirxandin
28 mijdar, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de rewşa Sûriye, Lubnan û Lîbyayê nirxandin.

‘SALEK PIŞTÎ OPERASYONÊN LEŞKERÎ: PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ DI ZÎHNIYETA HIZBÎ DE YE’

Rojnameya El Nehar bi bîr xist tevî ku salek di ser “operasyonên leşkerî” re derbas bû ku bûn sedema guhertina hikumetê li Sûriyeyê, lê astengiya sereke ya ku îro li pêşiya welat e, zîhniyeta hizbî ya di nava dezgehên leşkerî û ewlehiyê de ye. Rojnameyê bi bîr xist ku tevî operasyonên entegrasyonê ku komên çekdar ên di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de jî girtin nava xwe, lê zîhniyeta hizbî di saziyên de serdest e.

Li gorî rojnameyê, gelek komên girêdayî Wezaretên Parastin û Karên Hundir hîna wekî komên serbixwe tev digerin û mînaka vê yekê herêma Cerablus-Efrînê ye ku di bin serweriya dewleta Tirk de ye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku saziyên dewletê lawaz in û destnîşan kir ku bi taybetî li Siwêdayê hinek koman ji ber sedemên îdeolojîk û siyasî red kiriye ku tev li teşkîlatên fermî bibin.

Li gorî heman rojnameyê, derbaskirina vê rewşê guhertinek di zîhniyetê de û gelek aramiya siyasî, çandî û aborî hewce dike, lê ev şert û merc li gel tevliheviya heyî heya niha peyda nebûne.

’JI ÎSRAÎLÊ PEYAMÊN BIAGIR JI LUBNANÊ RE’

Rojnameya El Xelîc di hejmara xwe ya îro de cih da zextên li ser Lubnanê. Rojnameyê destnîşan kir ku 2 vebijêrk li pêşiya welat hene; an şertên Îsraîl û DYA’yê yên bêçekkirina Hizbullahê beriya dawiya salê pêk bîne, yan li pêşberî senaryoyeke dijwar mîna ya Xezayê be.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk; "peyamên ku Amerîka bi rêya nûnerê xwe Tom Barrack dide, gefeke rasterast in û bang li Beyrûtê dike ku bi Îsraîlê re rasterast dan û standinan bike." Rojname vê yekê wek gaveke ber bi ferzkirina rewşeke siyasî ve dinirxîne ku ji aliyê Lubnanê ve nayê piştgirîkirin.

Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku Washington û Tel Avîv rawestandina êrişên Îsraîlê û vekişîna ji deverên dagirkirî bi bêçekkirina Hizbullahê ve girê didin.

‘ALOZIYA LÎBYAYÎ BERFIREH DIBE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser berdewama aloziya li Lîbyayê tevî pêşkêşkirina însiyatîfan. Rojnameyê diyar kir ku danezana "Desteya Bilind a Rêveberan" bûye cihê guftûgoyan ji ber ku erkên qanûnsazî, rêveberî û dadgerî di yek destî de kom dibin û ev yek jî dîktatoriyê bi pêş dixe û gefê li yekitiya welat dixwe.

Rojnameyê bal kişand ser çareserkirina vê yekê jî û diyar kir ku çareserî ew e ku qebîleyên lîbyayî kom bibin û dûrî bandorên milîs û çeteyên ku şer gur dikin, rojevên nîştimanî diyar bikin.

Li gorî rojnameyê, yekitiya Lîbyayê rêya herî guncaw a mîsogerkirina îstiqrarê û rêgirtina li pêşiya parçebûneke zêdetir e.

(bb)