Li Humsê komekê alên DAIŞ’ê hildan

Komeke ku alên DAIŞ’ê bilind kirin, bi 13 motorsîklêtan li gundewarên Humsê geriyan. Ev yek bû sedem ku alozî çêbe.

Li Humsê komekê alên DAIŞ’ê hildan
28 mijdar, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh êvarî li gundên Enar û Hewaş ên Humsê komeke ku alên çeteyên DAIŞ’ê hildabûn, bi 13 motorsîklêtan geriyan. Li gorî SOHR’ê dibe ku ev kom alîgirên hikumeta veguhêz be.

SOHR’ê da zanîn ku koma navborî li nêzî Dêra Mar Îlyas a li Hewaşê sekinî ku xebatên danîna dara sersalê dihatin kirin û got endamên komê dirûşmên Ellahû Ekber berz kirin û gotinên xirab kirin. Ev jî bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

Vê sibehê hewldan hatin kirin ku şêniyên gundan bi zorê beşdarî meşên piştgiriyia hikumeta veguhêz bibin, lê tevî zext û gefan jî şêniyan beşdarbûna meşan red kir.

(bb)