Li Humsê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Humsê jinek di dikana xwe de ji aliyê  çekdaran ve hat qetilkirin.

Li Humsê jinek hat qetilkirin
27 mijdar, 2025   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Humsê ragihandiye, jina bi navê Rena Ebdulkerîm Xelîl (52) di dikana xwe de ji aliyê 2 çekdaran ve hat qetilkirn.

Nûçegihana me diyar kir ku 2 çekdarên rûgirtî bi ser dikana Rena Xelîl a li taxa Ekremayê (Piraniya niştecihên wê Elewî ne) de girtin û bi demançeyeke bêdeng gule lê reşandin.

Rena Xelîl ku ji serê xwe birîndar bibû, piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest da.

(bb)