Rojnameyên erebî: QSD hêza herî bi bandor e, Îran felc dibe

QSD di 10 saliya damezirandina xwe de bûye hêza herî diyarker di dosyaya Sûriyeyê de. Ev bi girtina roleke di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina şêweyê dewletê de, diyar dibe. Îran zêdetir ber bi felcbûn û têkçûnê ve diçe. Dewleta Tirk rewşa li Lîbyayê ji bo pêşxistina rola xwe ya li Deryaya Spî bi kar tîne.

Rojnameyên erebî: QSD hêza herî bi bandor e, Îran felc dibe
25 cotmeh, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser dosyaya Sûriyeyê û bi taybet rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha pêşketinên li Îranê, rewşa Îsraîlê û tevgera dewleta Tirk a li Lîbyayê.

‘QSD’Ê MIJARA HERÎ GIRAN A DOSYAYA SÛRIYEYÊ YE’

Servîsa erebî ya rojnameya Independent behsa peymana 10’ê Adarê ya di navbera fermandarê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) û serokê veguhêz ê Sûriyeyê de kir û diyar kir ku di peymana 10’ê Adarê de biryara agirbesta li tevahî xaka Sûriyeyê esas hatiye girtin, entegrasyona QSD’ê û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser di saziyên dewletê de, di heman demê de misogerkirina mafên Kurdan di destûra welat de, her wiha vegera koçberan ji herêmên xwe re, bi taybet koçberên Kurd ên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Di xaleke din de jî belavkirina xêr û berên xwezayî û vekirina dergehên sînorî bi dewletên cîran re, hate destnîşankirin.

Rojnameyê nivîsand ku ev geşedan ji bo ku QSD bibe beşek dewleta Sûriyeyê hatiye destnîşankirin, piştî berê rêxistineke leşkerî ya ne fermî bû û bi rêveberiyeke xweser nêzî yek ji 3 parên xaka Sûriyê bi rê ve dibe, xaka herî dewlemend ku derdora 6 milyon kes lê dijîn, di bin serweriya wê de ye. Ya balkêş herêma QSD’ê di aliyê ewlehiyê de ji tevahî Sûriyeyê ewletir e.

‘GELO ÎRAN FELC DIBE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser rewşa li Îranê diyar kir ku Îran îsal hate bombebarankirin û wiha nivîsand: “Cezayên Neteweyên Yekbûyî careke din li ser hatin ferzkirin, rewşa wê ya aborî têkçûyîna wê zêdetir kiriye. Rewşa wê ber bi hilweşînê ve dibe. Heta niha jî rêveberiya Îranê tu tedbîrên mezin ên karibin vê têkçûyînê rawestînin, negirtine. Ne jî gavek ji bo dan û standina dosyaya nukleerê ya bi welatên rojavayî re vegerîne, yan jî xwe amade kiribe ji şerekî nû bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re.

Der barê mijarê de Elî Xamineyî yê 86 salî got “sebra stratejîk”. Sebra ku Îranê li dijî êrişan bi kar tîne. Lê niha metirsî zêde dibe ku sebir veguhere felcê. Bi taybet piştî alîgirên Îranê di “Eniya Berxwedanê” de derbeyên giran xwarin. Bêyî bi awayekî vekirî behsa piştgiriya Çîn û Rûsya bê kirin.”

Di meha Îlonê de Xamineyî got metirsî li ser welatê wî di vê rewşa ne şer e û ne aştî ye de û da zanîn ev rewşeke ne bes e, tu gav ji bo guhertina rewşa heyî were guhertin, nehatine avêtin, gelê Îranê hîn jî bi tirs in şer careke din dest pê bike. Her şewatek û qezayeke pîşeyî bûye sedema metirsiyê. Welatî dinêrin keda wan a veşartî têk diçe. Bi taybet bi têkçûna pereyê Îranê di hemû astan de li beranberî dolarê amerîkî, metirsî zêdetir bûye.

‘LÎBYA MEYDANA HESABÊN DI NAVBERA TIRKIYE Û YEWNANISTANÊ DE YE’

Rojnameya El Ereb der barê mijarê de da zanîn ku aloziyeke mezin li Derya Spî çêbûye. Tirkiye û Yewnanistan bêaramiya siyasî ya li Lîbyayê di xizmeta xwe de bi kar tînin. Ev bi nakokiya her du welatan a di mijara xaza xwezayî û herêmên deryayî de ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku dînamîka herêmê bi tevlêkirina dewleta Tirk li kêleka şirîkên xwe yên wekî Amerîka û Îtalyayê û destdirêjiya wan di aloziya siyasî ya li Lîbyayê de ku ev demeke dirêj e dewam dike, diyar dibe.

Aloziya wan li ser herêmên gazê yên di Derya Spî de mezin dibe. Tirkiye dixwaze rewşeke di xizmeta berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Guhertinên derdikevin, îhtîmala rewşeke di asta felaketê de bi xwe re bîne. Ev bandorê li aboriya Lîbya û bazarên wê yên enerjiyê yên di deryayê de dike.

‘PIŞTÎ AGIRBESTA XEZAYÊ DOSYAYÊN SIYASÎ Û HEVGIRTINÊN NÛ LI BENDA NETANYAHU NE’

Li ser rewşa Îsraîlê rojnameya El Erebî El Cedîd bi bîr xist ku piştî qonaxa destpêkê ya peymana agirbesta li Xezayê ket meriyetê û serdana serokê DYA’yê Doland Tramp a li Kinêseta Îsraîlê re bi dawî bû, daxuyaniya piştgiriya wî ya bi kesayeta Netanyahu re zelal bû. Dewreya zivistanê ya Kinêsetê roja duşema derbasbûyî dest pê kiriye. Careke din dosyaya siyasî ya germ a Îsraîlê bûye rojeveke sereke.

 (dc)