Di bombebarana Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li dijî rojhilatê Dêr Beleh a li naverasta Xezayê de 2 kes hatin kuştin. Li gorî daneyan di 2 salên derbasbûyî de 68 hezar filistînî hatine kuştin.

Di bombebarana Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
25 cotmeh, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên ragihandinê yên Filistînê ragihand ku di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li nêzî Burcên El Qesetel ên li rojhilatê Dêr Beleh ê li naverasta Xezayê de 2 kes hatin kuştin. Ev bombebaran di demekê de ku li Xezayê di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hatiye ragihandin, pêk tê. Agirbest di 10’ê Cotmehê de bi navbeynkariya serokê DYA’yê Donald Trump pêk hatibû.

Li gorî daneyên 2 salên dawîn, di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê de zêdetirî 68 hezar filistînî hatine kuştin. Ev dane yên Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî tevgera Hemasê ne.

Li aliyê din li gorî Neteweyên Yekbûyî, 193 hezar avahiyên Xezayê anku ji sedî 78’ê avahiyan zirar dîtiye.

(dc)