Ciwanê di qezaya duh de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Hesen Elî El Xidir ê ku duh li Til Temirê di encama qezayekê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê di qezaya duh de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
13 adar, 2025   09:11
HESEKÊ

Duh li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê motorsîklêtek û tankerke sotemeniyê li hev qelibîn. Di encamê de xwediyê motorsîklêtê ciwanê bi navê Hesen El El Xidir ê bi giranî birîndar bû. Ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA