Rojnameyên erebî: Peymana QSD û hikumetê rageşiyê kêm dike

Rojnameyên erebî peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de wekî geveke girîng ji bo pêşîgirtina li pevçûnek leşkerî ya nû li Sûriyeyê bi nav kir. Rojnameyan diyar  kir gotûbêjên li ser îhtîmala "êrişek sînorkirî" di navbera DYA û Îranê de zêde dibinê.

Rojnameyên erebî: Peymana QSD û hikumetê rageşiyê kêm dike
13 sibat, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de li ser peymana ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û nîqaşa zêde ya li ser arîşeya di DYA`yê û Îranê de  nivîsîn.

’LI SER MASEYA DAN Û STANDINÊ’

Rojnameya Okaz peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeya Demkî û QSD`ê de wekî modelek ku çareseriyên siyasî li pêşiya mantiqa şer in nirxand û diyar kir ku şer têkçûna birêvebirina nakokiyan nîşan didin, lê diyalog ji bo gel vebijarka herî kêm ziyan e.

Rojnameyê diyar kir ku têgihîştina dawî pevçûnek ku dikaribû deriyê pêvajoyeke nû ya şerê navxweyî veke, bêbandor kir. Her wiha û da zanîn ku dan û standin rêya herî ewledar e ji bo pêşîgirtina li ketina ber bi kaosek din ve.

ŞEREKÎ BI ÎRANÊ RE ÇAWA DIBE?

Rojnameya El Ereb senaryoyên pevçûneke leşkerî di navbera Washington û Tehranê de nirxandin û destnîşan kir ku encama herî muhtemel ne dagirkirineke tevahî ye, lê belê êrişeke sînorkirî û hesabkirî ji bo ji nû ve çêkirina şertên dan û standinê ye.

Li gorî rojnameyê, kombûna leşkerî ya DYA`ê li Rojhilata Navîn kanalên dan û standinên nerasterast jî dewam dikin. Rojnameyê ev yek wekî "leşkerîkirina dîplomasiyê" bi nav kir, ku tê de gefa hêzê wekî amûrek ji bo baştirkirina şert û mercên danûstandinê tê bikar anîn, ne ji bo betalkirina danûstandinan.

GUHERTINÊN BALKÊŞ DI REWŞA GIŞTÎ YA ÎRANÊ DE

Rojnameya El Ereb, bal kişand ser guhertinên di rewşa giştî ya Îranê de di derbarê danûstandinên bi DYA`ê re, û destnîşan kir ku helwestên hêzên siyasî û civakî piştî xwepêşandanên dawî û aloziya ewlehiyê pir hatine guhertin.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên nerasterast li Muscatê bûn sedema dabeşbûna navxweyî  di navbera kesên ditirsin lihevkirin destê rejîmê li ser desthilatdariyê xurt bike û kesên ku lihevkirinê wekî derfetek ji bo sivikkirina zextên aborî û dûrketina ji pevçûnek leşkerî dibînîn de.

(k)