Rojnameyên erebî: Mîsogeriya serweriya Iraqê dihezize

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da hilbijartinên parlamantoyê yên hikumeta Şamê, dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê û komkujiya Mewasiyê ya li Filistînê.

Rojnameyên erebî: Mîsogeriya serweriya Iraqê dihezize
15 tîrmeh 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê hilbijartinên parlamantoya (Meclisa Gel) hikumeta Şamê de ku îro tên lidarxistin, nûçeyek bi sernavê “Hilbijartinên Sûriyeyê: Sermayedar, medyaya dîjîtal û eşîrtî serwer in” weşand.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de ku Adara 2011’an dest pê kir, ev cara çaremîn e ku hilbijartinên parlamatoyê yên hikumeta Şamê çêdibin. Hate diyarkirin ku dîmenên hilbijartinên vê carê ji her sê carên din cuda ne. Di nûçeyê de îşaret bi bernameya hilbijartinan hate kirin û hate gotin: “Kampanyaya hilbijartinê û wêneyên namzetan êdî wekî carên berê nîn in. Hejmareke kêm a namzetan di kampanyayên xwe de wêneyên xwe parve kirin. Qad û kolanên Şamê û yên bajarên din bi wêneyên namzetan tijî nîn in, lê asta propogandayê ya mazetan, bi taybet ên serbixwe, bi paş ketiye. Lê lîsteya karsazan bi xurtî serwer e.”

‘LI DIJÎ HELWESTA DESTHILATA FILISTÎNÊ YA LI HEMBERÎ KOMKUJIYA MEWASIYÊ HÊRS’

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê helwesta desthilata Filistînê ya li hemberî komkujiya Mewasiyê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de îşaret bi komujiya li Mewasiyê ya bajarê Xan Yûnisê hat kirin ku Îsraîlê roja şemiyê pêk anîbû û di encamê de bi piranî jin û zarokên koçber, derdora 90 filistîniyan jiyana xwe ji dest dabû.

Di nûçeyê de hate gotin filistîniyan bertek nîşanî helwesta serokatiya Filistînê ya li hemberî komkujî da. Hate diyarkirin ku gelek kesan helwesta serokatiyê wek rewakirina komkujiyê û şermezarkirina qurbaniyan nirxand.

‘DAGIRKERIYA TIRKIYÊ YA LI IRAQÊ Û LAWAZBÛNA SERDESTIYÊ’

Nivîskar Edhem Îbrahîm der barê dagirkeriya Tirk a li xaka Iraqê de gotarek di rojnameya El Ereb de weşand. Nivîskar di gotarê de ketina artêşa Tirk a li nava xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê) wek "Destwerdaneke aşkera û xeternak ku ne ya cara yekemîn e" bi nav kir û wiha dibêje: "Ev destwerdan mînaka herî berbiçav a şerê jeosiyasî yê li herêmê ye. Ev destwerdana ku ji hêla gelek faktoran ve tê ravekirin, dikare bi giranî bi zêdebûna bandora Îranê ya li Iraqê ve, were girêdan."

Nivîskar Edhem Îbrahîm diyar dike ku fêmkirina dînamîkên di navbera hêzên herêmî de nakokiyên domdar ên li herêmê şîrove dike, pirî caran jî jeopolîtîka Iraqê dibe qada hevrikiya navneteweyî.

Li gorî nivîskar, mîsogeriya serweriya nîştimanî ya Iraqê ne diyar e, sedema vê yekê jî "Berjewendiyên şexsî û têkiliyên bi peywendiyên derve re ye. Ev yek jî ewlehî û xweseriya welat bi xetereyan re rû bi rû dihêle.”

(bb)