Amêdiyê di bin dagirkeriyê de ye

Dewleta Tirk a dagirker duh heya danê siharê bi hemahengiya PDK’ê bi dehan wesayîtên zirxî û leşker veguhest Amêdiyê. Amêdiyê bi leşker û wesayîtên zirxî hatiye dagirkirin.

Amêdiyê di bin dagirkeriyê de ye
15 tîrmeh 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li bihevkariy PDK’ê bê navber dewam dike. Duh bi şev heya danê siharê dewleta Tirk wesayîtên zirxî û leşker şand navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê.

Li gorî dîmenên ketine destê ajansa me, tê dîtin ku bi dehan wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker, di nav Amêdiyê dene, herwiha tevî wesayîtên zirxî, kamyonên barhilgiran jî tên dîtin.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Behdînanê roj bi roj dagirkeriya xwe berfireh dike, bi taybet Amêdiyê dibin dagirkeriya dewleta Tirk deye, heya niha jî ti dengek ji rayedarên Herêma Kurdistanê dijî vê dagirkeriya eşkere derneketiye.

Gerîlayên Azadiyê bi hêz û îradeyek mezin gelê Başûr û xaka Kurdistanê diparêzin. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê bê navber dewam dike.