Li Hemayê welatiyek hat qetilkirin

li bajarê Hemayê welatiyek ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

Li Hemayê welatiyek hat qetilkirin
16 tîrmeh 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê yê di bin kontrola hikumeta Şamê de komeke çekdar welatiyek qetil kir.

SOHR’ê diyar kir ku koma çekdar a motorseklêtekê bû  welatî ji pêşiya mala wî qetil kir.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve 184 sûcên bi zanebûn li herêmên hikumeta Şamê hatine kirin. Di encamê de jê 8 zarok û 36 jin bi giştî 157 kesan jiyana xwe ji dest da.

(bb)