Rojnameyên Erebî: Metirsiya DAIŞ didome, Îran aloz e û Lubnan bûye piyona satrancê

Rojnameyên Erebî di hejmarên îro de cih dan salvegera komkujiya Êzidiyan, kuştina Îsmaîl Heniye û helwesta Îranê û geşedanên li başûrê Lubnanê. 

Rojnameyên Erebî: Metirsiya DAIŞ didome, Îran aloz e û Lubnan bûye piyona satrancê
3 tebax, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Şerq El-Ewset bi sernavê, “Di dehemîn salvegera komkujiya Êzidiyan de... edalet pêk nehat û gefa tundrewiyê bi dawî nebûye” bal kişand dehemîn salvegera Komkujiya Şengalê. 

Di nûçeyê de hat destnîşankirin divê bê qebûlkirin ku ramana DAIŞ’ê hîn jî metirsiyek e, lewma pêwîstî li hemberî vê fikrê têkoşînek bê meşandin.

Di berdewama nûçeyê de hat diyarkirin ku divê ji bo Êzidiyên ku bi dehan salan e li ser wan polîtîkayên tunekirinê tên meşandin, biryara parastinê û vegerandina mal û milkê wan bê dayîn.

Rojnameya El Erebî ElCedîd mijara kuştina berpirsê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye û fermandarê Hîzbûllahê Fuad Şukrî û geşedanên muhtemel ên têkildarî van bûyeran kirine mijara nûçeya xwe.

Di nûçeyê de tê gotin ku serokomarê nû yê Îranê Mesud Pezejkiyan reformxwaze, lewma mumkun e bi hêzên rojavayî re pêwendiyan çêbike, lê ev jî wê di serî de lîderê Olî yê Îranê û muhafazakaran gelek derdorên din aciz bike. Lewma îhtîmal heye ku Îran bi komên girêdayî wê yên li Lubnan, Yemen û Suriyeyê re êrîşan pêk bîne. Li gorî nûçeyê eger êrişên Îranê çêbibin, ev dê bibe gaveke ku Îsraîl dixwaze.

Rojnameya El Beyan ya Îmaratî jî bi gotareke bi sernavê, “Çîrok ji Lubnanê dûrtir e” cîh da aloziyên li başûrê Lubnanê. Di gotarê de bal hatiye kişandin ku Lubnan bi dîroka xwe ya mezin û erdnîgariya biçûk bûye pîyonek li ser tabloya stranca cîhanê ya ku ji aliyê lîstikvanên mezin ve hatiye danîn. Lubnan bûye qada şer û hesaban.

(aa)