‘Şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku dîrok tu carî ji bîr nake’

Beşdarên merasîma veşartina şehîd Ferîd Xalid El Xebrawî diyar kir ku şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku şopa xwe di dîrokê de hişt.

‘Şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku dîrok tu carî ji bîr nake’
‘Şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku dîrok tu carî ji bîr nake’
‘Şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku dîrok tu carî ji bîr nake’
‘Şehîd Ferîd yek ji wan lehengan e ku dîrok tu carî ji bîr nake’
3 tebax 2024   13:58
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran li goristana şehîdan a Til Hemîs ji bo oxirkirina şehîd Ferîd Xalid Xebrawî kom bûn.

Şehîd Ferîd di 31'ê Tîrmehê de li bajarê Girkê Legê di dema pêkanîna erka leşkerî de şehîd bûbû.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid El Nayêf sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Hesen got: "Şehîd Ferîd yek ji wan şehîdanên leheng e ku şopa xwe di dîrokê de hişt ku dîrok wan ji bîr nake. Her wiha şehîd di gelek cengên li dijî xayîn û êrişkaran de jî beşdar bû.”

Hesen soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê nû kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Ferîd Xalid El Xebrawî hat xwendin û radestî malbata wî kirin.

Şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

(mh)