Desteya Jîngehê têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê daxuyanî da
Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê şewitandina xwezaya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şermezar kir û diyar kir ku ji 2018’an ve nîv milyon darên zeytûnê û zêdetirî 21 milyon darên din hatine birîn.
![Desteya Jîngehê têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê daxuyanî da](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66ae03b880574.jpg)
Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn- Şehbayê têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyê li Kampa Berxwedan ji hêla endama Meclisa Kantona Efrîn- Şehbayê Şîlan Şêxo û hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed Şêx Osman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gel û xwezayê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Parastina jîngeh û xwezayê erkek e dikeve li ser milê her kesî, lê dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavên cîhanê xweza û jîngehê dişewitîne. "
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewitandina xwezayê sûc e û wiha hat domandin: "Ji sala dagirkirina Efrînê ve zêdetirî nîv milyon darên zeytûnê û 21 milyon darên daristanan birîn e.”
Di dawiya daxuyaniyê bang li rêxistinên pêwendîdar hat kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê deng nemînin û hesab ji sûcdaran bipirsin.
(zş/bb)
ANHA