Rojnameyên erebî: Li Xezayê nîşaneyên avakirina herêmeke tampon

Têkiliyên Erebistana Siûdî û Hûsiyan, aloziya li Deryaya Sor, her wiha rewşa li Xezayê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Li Xezayê nîşaneyên avakirina herêmeke tampon
25 kanûn, 2023   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê têkiliyên Erebistana Siûdî û Hûsiyan de nivîsî. 

Di gotara rojnameyê de hate gotin ku Erebistana Siûdî û Hûsî lez dikin ku ji bo Yemenê lihevkirineke agirbestê îmze bikin. Ev tevger wek pêngaveke pêşîn ber bi berfirehbûna krîza navîgasyonê ya li Deryaya Sor hat nirxandin. Hate diyarkirin ku Washingotinê Îran tawanbar kir ku balafirên bêmirov, moşek û agahiyên îstîxbaratî dide Hûsiyan.

‘ÊRIŞÊN HÛSIYAN LI DERYAYA SOR DIDOMIN, BRÎTANYAYÊ SOZ DA KU NEHÊLE RÊ BÊN GIRTIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser êrişên Hûsiyan ên li dijî Deryaya Sor ên li dijî keştiyên barhilgir.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku tevî Koalîsyona ku Washingotinê li dijî Hûsiyan ava kiriye jî lê êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor li dijî keştiyên barhilgir zêde dibin. Hate gotin, wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps soz dabû ku dê destûrê nedin ku rêyên li Deryaya Sor werin girtin.

‘NÎŞANEYÊN PLANA AVAKIRINA HERÊMEKE TAMPON LI XEZAYÊ’

Rojnameya Independent Arabia cih da rewşa li Xezayê. Di nûçeya rojnameyê de hate gotin, Til Avîvê hêzên xwe û maşîneyên xwe yên leşkerî li nêzî sînorê rojhilat ê di navbera Xeza û Îsraîlê de bi kûrahiya derdora 2 kîlometreyan ji hundirê Şerîda Xezayê belav kirine.

Rojnameyê ev tevger wek nîşaneya diyarkirina şeklê erdnîgariya nû ya Şerîda Xezayê nirxand. Her wiha hate diyarkirin ku bicihbûna hêzên artêşê li devereke di hundirê Xezayê de piştrast dike ku Îsraîl amadekariyên avakirina herêmeke tampon a nû li Xezayê dike.

Her wiha hate gotin: "Li gorî nexşerêya erdnîgarî ya Şerîda Xezayê, dirêjahiya herêmê 42 kîlometre ye, firehbûna wê di navbera 5 heta 12 kîlometreyan e.”

(bb)