Hezar roj in ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin

Ji Rêber Abdullah Ocalan hezar roje agahî nayê girtin. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen diyar kir ku tecrîda giran ne bi norma hiqûqî ne mirovahî ne jî ahlaqî ye.

Hezar roj in ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin
25 kanûn, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Tevî hemû hewldanên parêzer û malbatan jî 33 mehe tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji Tirkiye, Kurdistan û her çar alî cîhanê hiqûqnas, parêzvanên maf, siyasetmedar û bi sedan kesî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin û name şandin. Lê ne erênî ne jî neyînî bersiv hat dayîn. Parêzeran  Buroya Hiqûqa Asrin di 2023’an de 110 caran û malbatê jî 59 caran serlêdan kir. 25’ê Kanûnê de dibe hezar roj ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.

Ji bo serlêdanan veger tune ye

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 10’ê Hezîrana 2022’an de bi 775 parêzerî serî li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê dan. Lê bersivek erênî an jî neyînî nehat dayîn. Dîsa OHD’ê di 21’ê Mijdara 2022’an de serî li Baroya Stenbolê dan. Piştre hemû parêzerên OHD’î li her bajarekî srî li baroyan dan.

Hevserokên giştî yên OHD’ê bi armanca hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin û hemû serlêdan bê bersiv man. Li her çar alî cîhanê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah ocalan û rakirina tecrîdê têkoşînek bê navber dimeşîne.

Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Di 27’ê Mijdarê de jî bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Piştî vê xizmên girtiyan jî dest bi Nobeta Edeletê kirin.

Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen der barê tecrîda giran, têkoşîn û hewldanan de ji JINNEWS’ê re axivî.

Hezar roje ji Îmraliyê agahî nayê girtin

Esra Bîlen da zanîn ku li ser tecrîdê re hezar roj derbas bûye û wiha dom kir“Tecrîda giran didome. hezar roje agahî nayê girtin. Herî dawî birayê Rêber Abdullah Ocelan di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê hevditin kiribû. Tu bersiv ji bo serlêdanan nehat dayîn.Ev bi tu norma hiqûqî, mirovahî û ahlaqî nikare bê vegotin. Di alî hiqûqî de me tu rê nehiştiye. Me hemû serlêdan kirine. Lê tevî hemû bang û hewldanan, tevî biryarên li dijî hiqûqî em baldar nayên girtin.”

‘Helwestek ne ahlaqî û ne mirovî heye!’

Esrayê di berdeamiyê de da zanîn ku ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bi hezaran parêzerî ji bo şikandina tecrîdê serlêdan kirine û wiha domand: “Lê em tu bersiv negirt. Hîna serlêdan didomin. îşkenceyeke li dijî peymanên navneteweyî û qanûnî didome. 4’ê Kanûnê de li Mudanyayê erdhej çêbû. bi awayekî qanûnî divê malbat der barê tenduristiya wan de bihatana agahdarkirin. Lê bi tu awayî agahiyek nehat dayîn. Ev ne helwestek mirovahî û ahlaqiye.”