Di êrîşa li ser kampa koçberan de 70 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampa koçberan de 70 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa li ser kampa koçberan de 70 kes hatin kuştin
25 kanûn, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li ser malpera xwe ragihand ku Îsraîlê li kampeke koçberan a li Xezeyê êrîşî malan kir û herî kêm 70 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampa koçberan al-Maghazî ya li navenda Xezeyê herî kêm 3 mal hilweşiyane.

Li gorî daxuyaniyê hejmara miriyan derket 70’an. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew vê agahiyê “kontrol dikin”. Diyar e ku ne pêkan e mirov ji çavkaniyên cuda vê bîlançoyê piştrast bike.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Kûdra anî ziman ku di êrîşê de “blokeke ku ji malên hatine îkametkirin, hatibû çêkirin” hilweşiya ye û diyar kir ku dibe ku bîlanço girantir bibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihandibû ku roja Yekşemê di êrîşa Îsraîlê ya li ser malên li kampa Cîbaliyeyê ya li bakurê Xezeyê de, ji heman malbatê 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê, ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara Fîlîstîniyên hatine kuştin gihişt 20 hezar û 424’an û 54 hezar û 36 kes jî birîndar bûne.