Rojnameyên erebî: Ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê federalîzm hewce dike

Şîrovekar dibêjin sîstema federal dê parçebûna mezhebî ya li Sûriyeyê çareser bike. Agirbesta Xezayê gihaştiye rewşeke aloz; an dê pêk bînin û şer bi dawî bibe, yan jî vegerin xala sifirê.

Rojnameyên erebî: Ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê federalîzm hewce dike
3 adar, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibê der barê rewşa Sûriyeyê û agirbesta li Xezayê de nivîsîn.

‘JI BO JI NÛ VE AVAKIRINA SÛRIYEYÊ DIBE KU FEDERALÎZM HEWCE BIKE’

Li ser aloziya li Sûriyeyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Piştî hemleya ku Beşar El Esed rûxand, serokê Sûriyeyê yê ji bo qonaxa derbasbûnê Ehmed El Şeraî, fikra avakirina sîstemeke federal napejirîne û li şûna wê dixwaze sîstemeke siyasî ya navendî ava bike û şaşiyên El Esed dubare bike.”

Fabrice Balanche yê mamosteyê Zanîngeha Lyon 2, di raporekê de ku ji hêla Enstîtuya Washingtonê ve hatiye weşandin, dibêje federalîzm dikare di pêşvebirina lihevhatina neteweyî û ji nû ve avakirina welat de bibandortir be û dibe ku pêdivî be, eger Şeraî bixwaze şaşiyên El Esed dubare neke.

‘DI NAVBERA AGIRBESTÊ Û ŞER DE’

Der barê rojeva Filîstînê de rojnameya El Xelîc behsa agirbesta li Xezeyê kir û wiha nivîsand: "Eger gefa şer taktîkeke pêvajoya diyalogan be, yan jî xwesteka rastîn a ji nû ve destpêkirina şer be, agirbesta Xezayê gihaştiye xaçerêyekê ku her kes gihaşte kêliya rastiyê; yan pêkanîna peymanê û bidawîkirina şer, an jî dê hemû vegerin xala sifirê. Lê veger jî, eger bibe, dê ji bo her du aliyan zehmet be, ji ber ku tu garantî tune ku rehîneyên mayî ku efser û leşker in, sax bên vegerandin.”

(k)