Birîna Evînê nebû asteng ku erka xwe ya exlaqî pêk bîne

Şêniya bi navê Evîn Îsa ku birîna wê hîna baş nebûye jî, îro danê sibê bi karwanekî şêniyên bajarê Çilaxe re ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Birîna Evînê nebû asteng ku erka xwe ya exlaqî pêk bîne
3 adar, 2025   11:05
QAMIŞLO

Evîn Îsa ya 31 salî, ji gundê Dêrûna Axê yê girîdayî bajrê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye. Evîn roja 29`ê Tebaxa 2024`an tevlî şêniyên gund ketibûn pêşiya dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs ku xwestibû têkeve herêmê, lê wesayiteke zirxî ya Rûsyayê pêl li lingê wê kir û bi giranî birîndar bû. 

Evîn Îsa ku birînên wê hîna baş nebûne jî îro di nava karwanê şêniyên kantona Cizîrê de berê xwe da bendava Tişrînê ji bo tevlî berxwedana parastina bendavê bibe.

Evîn anî ziman ku berxwedana li bendava Tişrînê erkeke neteweyî û exlaqî ye ku dikeve ser milê me hemûyan.

Her wiha got: "Çawa ku me nehişt dewriyeyên Tirkiyeyê derbasî herêmên me bibin, em ê bi heman rihî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bendava Tişrînê li ber xwe bidin. Tiştek nikare çûna min asteng bike, dibe ku lingê xwe bidim, lê welatê xwe nadim. "

(k)