QSD’ê bîlnaçoya şer a 2’yê Adarê aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyand ku tevahiya êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nuqteyên şervanan hatin şikandin, dronek hat xistin û gelek çete birîndar bûn.

QSD’ê bîlnaçoya şer a 2’yê Adarê aşkera kir
3 adar, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Şervanên me duh (yekşem) êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin.

Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundewarên wê bi obîsên giran û hawanan topbaran kirin. Çeteyan gelek êriş li dijî nuqteyên hêzên me pêk anîn, şervanên me bersiva êrişan da û şer derket. Di encamê de hejmarek çete birîndar bûn û tevahî êriş hatin şikandin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî ku beşdarî bersivdayîna êrişên çeteyan bûn, droneke ku xwest nuqteyên hêzên me bike hedef, xist.

Eniya Pira Qereqozaqê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkna, Melha û Sina û girên Sêvê û Qereqozaqê, stasyona ceyranê ya bajarokê Sirînê bi zêdetirî 90 guleyan topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin li malên sivîlan û stasyonê bûn. Çeteyan bi desteka obîsan, êrişî nuqteyên hêzên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî giran derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Eniya Eyn Îsa; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi roketan gundê Ebû Sira yê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de zirar li mal û milkên şêniyan bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bêmirov li asîmanên Eyn Îsa û gundewarên wê û bajarê Kobanê û gundewarên wê geriyan.”

(bb)

ANHA