Rojnameyên erebî: Ji bo bidawîkirina şer Amerîka fişarê li Îsraîlê dike

Rojnameyên erebî yên vê sibê, behsa şerên di navbera komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, şerê li Xezayê û hilbijartinên xwecih ên Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Ji bo bidawîkirina şer Amerîka fişarê li Îsraîlê dike
15 kanûn, 2023   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI NAVBERA KOMÊN ÇEKDAR ÊN TIRKIYEYÊ DE ŞER Û PEVÇÛN’

Rojnameya Şerq El Ewsat aşkera kir ku şer û pevçûnên di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Idlibê nîşan dide ku bi desteka Enqereyê ji nû ve sazûmankirina van koman bi awayekî berfireh tê kirin.

Li gorî rojnameyê, ji encamên van nakokiyan ku careke din ketine rojevê, bi taybet Heyet Tehrîr El Şamê xuya dibe ku dê dawiyê ev kom ji hev bên xistin.

‘JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER AMERÎKA FIŞARÊ LI ÎSRAÎLÊ DIKE’

Der barê şerê li Xezayê de, rojnameya El Beyan diyar kir ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan serdana Îsraîlê kir, ji bo ku fişarê li Îsraîlê bike da ku dema bidawîkirina şerê li ser Xezayê diyar bike û nêrîna Amerîkayê ya ji bo siberoja Xezayê qebûl bike.

Rojnameyê da zanîn ku rayedarên îsraîlî bi fikar in ku Jake Sullivan dê demekê pêşkêş bike ji bo ku Îsraîl şer di nava çend hefteyan de bi dawî bike.

Kanala 12 a Îsraîlê jî ragihand: “Koşka Spî îşaret şandin ku hindik maye şer bi dawî bibe.”

‘HILBIJARTINÊN RÊ LI PÊŞ PÊVAJOYEKE DIN A HEGEMONYAYA HEVALBENDÊN ÎRANÊ VEDIKE’

Rojnameya El Ereb di nûçeyeke xwe de diyar kir ku 18`ê Kanûnê iraqî ji bo hilbijartina endamên meclisên parêzgehan dê dengên xwe bidin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartin hin analîzvanan, hilbijartin dê bibe wesîleyek di destê partiyên desthilatê û komên alîgirên Îranê, ji bo ku hebûna xwe li Iraqê xurttir bikin.

Her wiha rojnameyê îşaret pê kir ku ev hegemonyaya van kom û partiyan li ser hikumeta serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî heye û bi avakirina hevalbendiyeke siyasî di bin navê Çarçoveya Hemaheng de bi ser ket, ji ber ku ev tecrubeya wan bi ser ket, niha hewl didin çarçoveyeke din ava bikin, ji bo ku di avakirina hikumetên xwecih ên parêzgehan de bi kar bînin.

(şx)