Hikumeta Şamê heta 9 rojan betlane ragihand

Hikumeta Şamê li gel hilweşîna saziyên girêdayî wê, heta 9 rojan betlane ragihand ku 24`ê Kanûnê dest pê dike.

Hikumeta Şamê heta 9 rojan betlane ragihand
15 kanûn, 2023   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê hikumeta Şamê Hisên Ernûs biryarek derxist ku ji 24`ê Kanûnê ve li tevahî saziyên hikumetê heta 9 rojan betlane ye. 

Di encama kêmbûna sotemeniyê de, hikumeta Şamê ev biryar derxist.

Ji bilî karmendên ku rişwetan dibin, karmendên hikumeta Şamê li paytextê hefteyê rojekê dewam dikin. Her wiha saziyên rêveberiyê yên hikumeta Şamê hildiweşin û ji sedî 70’yê karmendan dewam nakin. Rêjeya mayî jî, ji ber ku ji gendeliyê sûdê digirin, dewam dikin.

(şx)