Rojnameyên erebî: Îran gefa bikaranîna çekên nukleer dixwe

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da gefa Îranê ku çekên nukleer li dijî Îsraîlê bi kar bîne, serdana El Sûdanî ya li Washingtonê û êrişa li ser Refehê.

Rojnameyên erebî: Îran gefa bikaranîna çekên nukleer dixwe
19 nîsan, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Sky News a erebî nûçeyek bersivdayîna Îsraîlê ya li hember êrişa Îranê ya hefteya borî nûçeyek bi sernavê "Gefa Îranê ya bikaranîna çekên nukleer gumanan li ser bernameya wê ya aştiyane çêkir" weşand. 

Malperê da zanîn Îranê gef xwar ku çekên nukleerî bi kar bîne heke Til Evîv êrişî wê bike, bi vê gefê re gumanên navneteweyî têkildarî pêbaweriya Tehranê têkildarî bernameya wê ya nukleer vejandin ku dibêje ji bo armancên aştiyane ye.

Rojnameyê cih da şîroveyên pirsporên kar û barên stratejîk û leşkerî yên Îranê û diyar kir ku nakokiya di navbera her du dewletan de, ne dûr e herêmê ber bi "dojehê" ve bibe û ihtîmal heye "kaxiza nukleer" bibe destpêka çareserkirina aloziya li herêmê û pêkanîna lihevkirinan yan jî dê şerekî herêmî rû bide.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya gerînendeyê berê yê Desteya Îstixbaratê ya MOSSAD’ê Zohar Balti ku hedefgirtina navendên nukleer ên Îranê di nav vebijêrkên bersivdayînê de ye.

‘ENCAMÊN SERDANA EL SÛDANÎ YA LI DYA`YÊ GIRÊDAYÎ HELWESTA HÊZÊN ŞÎE YE’

Rojnameya El Ereb El Londoniye bi vê sernavê destnîşan kir ku xîtaba resmî ya Iraqê ya li hember  encamên serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) erênî bû lê rageşiya di navbera hêz û kesayetên siyasî yên li dora Sûdanî de veneşart, wekî Hemahengiya Şîeyan.

Li gorî rojnameyê, tevî destkeftiyên aborî û malî yên ku dibe Iraq di vê serdanê de bi dest bixe jî, lê ji ber ku nirxandina dawîn girêdayî helwesta partiyan û komên çekdar ên li Iraqê serwer in û girêdayî hesabên rêveber û piştgiriya wan e ku sînorên welêt derbas dike.

Rojnameyê da zanîn ku gelek hêzên şîe yên nêzî Îranê dibe ku ji serdanê razî bin, nemaze ku Sûdanî rêveberiya Amerîkayê îqna kir ku fişarên malî li ser Iraqê sivik bike, rê bide dolar bikeve welêt, cezayan li ser hin bank û saziyan rake ku Amerîka wan bi dan û standina bi Îranê re tawanbar dike. Lê belê rojnameyê di heman demê de destnîşan kir ku ev hêz dibe ku ne kêfxweş bin heke Sûdanî hevkariya aborî li ser hesabê berjewendiyên Îranê û hegemonyaya wê li welêt xurt bike.

‘VEBIJÊRKÊN MISIRÊ JI BO DAN Û STANDINA LI HEMBER ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ YA LI SER REFEHÊ ÇI NE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê vebijêrkên Misirê yên li hember êrişa muhtemel a Îsraîlê ya li dijî Refehê de nûçeyek parve kir. Rojnameyê diyar kir Qahîreyê her tim hişyarî ji vê gavê û bandorên wê yên li ser Xezayê dane û dem bi dem helwesta xwe ya redker li hember koçberkirina filistîniyan rave dike.

Rojnameyê cih da şîroveyên pisporên kar û barên Îsraîlê ku Îsraîl amadekariyan dike ku êrişî Refehê bike û ji bo parastina têkiliya xwe ya bi Misir û DYA`yê re dê êrişên berfireh neke.

(şx)