Çalakiya girtiyên azadiyê di 145 roj e de didome

 Çalakiya girtiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan biryara "boykotkirina dadgehê, hevdîtina malbatê û telefonê" dabûn, di roja 145'emîn de berdewam dike.

Çalakiya girtiyên azadiyê di 145 roj e de didome
19 nîsan, 2024   10:16
NAVENDA NÛÇEYA

Girtiyên azadiymê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. 

Girtiyên azadiyê di 4'ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. 

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 145'emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.