Rojnameyên erebî hêrsa li hember nêzîkatiyên hikumeta Şamê nirxandin

Nêzîkatiyên hikumeta derbasbûnê ya Şamê yên rûxandina Peykerê Şehîdan û hildana ala HTŞ’ê li kêleka ala nû ya Sûriyeyê wek êrişa li dijî sembolên dîrokî û îmhakirina nasnameya nîştimanî hat binavkirin. Şerê Îran û Îsraîlê sistbûna stratejiyên leşkerî yên her du aliyan aşkera kirin û hevsengiyên hêzan li herêmê ji nû ve saz kirin.

Rojnameyên erebî hêrsa li hember nêzîkatiyên hikumeta Şamê nirxandin
4 tîrmeh, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser hêrsa sûriyeyiyan a ji ber rûxandina Peykerê Şehîdan ê li Helebê û hildana ala HTŞ’ê, her wiha guhertina avhewayê.

‘HILWEŞANDINA ‘PEYKERÊ ŞEHÎDAN’ BÛ SEDEMA NÎQAŞÊN LI SER NÊZÎKATIYA DESTHILATÊ’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rûxandina peykerê li Meydana Saadallah El Cabrî ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Hate gotin: “Rûxandina Peykerê Şehîdan li Meydana Saadallah El Cabrî ya li navenda Helebê ku sembola bajêr e, di nav Sûriyeyan de li ser medyaya civakî nîqaşeke berfireh derxist holê. Der barê vê bûyerê de nirxandinên cuda derketin. Rayedarên herêmî îdia kirin ku di dema veguhastina wê de şaştiyek teknîkî çêbûye, lê hinên din jî îdia kirin ku rûxandina peyker bi zanebûn û ji ber sedemên olî bûye, ji ber ku peyker ne li gorî nêzîkatiya hikûmeta nû ye."

Rojnameyê destnîşan kir ku, li gorî dîmenan, êvara çarşemê maşîneyekê hewl da bi kabloyan peykerê bi awayekî bêserûber rake û bikşîne, di encamê de beşa jorîn a wê şikest û ket erdê.

Hate diyarkirin ku çalakvanan nerazîbûn nîşanî hilweşandina peykerê  ku ji bo niştecihên bajêr xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin e. Hate diyarkirin ku hin din jî îdia kirin ku hilweşandin bi zanebûn hatiye kirin, lê Rêveberiya Şûnwar û Muzeyan a Helebê ev îdia derewandin.

‘ALA HTŞ’Ê LI GEL ALA NÛ YA SÛRIYEYÊ… FIKARÊN LI SER SIBEROJA WELÊT ZÊDE KIRIN’

Rojnameya Independent Arabia bal kişand ser bilindkirina ala Heyet Tehrîr El Şam li kêleka ala nû ya Sûriyeyê û berketên gel ên li hemberî vê yekê. Hate gotin, ev tevger li kolana Sûriyeyê nerazîbûnek berfireh derxist holê. Hate diyarkirin ev dijberî ne tenê siyasî ye, lê di heman demê de sembolîk e jî.

Li gorî rojnameyê, tenê hildana aleke din li kêleka ala Sûriyeya nû bes bû ku pêlek nerazîbûnê bide destpêkirin. Opozîsyon hişyar e, ya girîngtir haydar e û xebata HTŞ’ê, tîmên wê yên operasyonê û hikûmeta nû bi çavê kesekî ku dixwaze guhertinek rastîn misoger bike, ne tenê guhertina navan, dişopîne.

Rojnameyê hin nerazîbûnên hin welatiyan ên di parvekirinên wan li ser medyaya civakî jî weşandin.

‘KÎ DÊ JI ŞEWATÊN HERÊMÎ XILAS BIBE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser encamên stratejîk ên kûr ên şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de. Rojnameyê ev şer wekî xalek werçerxê di doktrînên ewlehiyê yên her du aliyan de nirxand.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku tiştê qewimî "ne hêsan bû" û bandorên wê "hîn jî aşkera ne û wê berdewam bikin" ku ji bo têgihîştina pîvanên wê, pêdivî bi lêvegerekê heye.

Rojnameyê diyar kir ku "Piştî ku li wekîlan  hatin xistin û hundirê Îranê, tevî reaktora Fordow hatin hedefkirin, piştî kuştina rêberên leşkerî û zanyarên navokî yên asta bilind, û windahiyên din ên di nav Îranê de, vî şerî qelsiya vê stratejiyê eşkere kir."

‘EWROPA, CÎHAN Û KUJERÊ BÊDENG’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser guherîna avhewayê ya ji ber çalakiyên mirovan û pêlên germê yên bêhempa yên ku li seranserê Ewropayê belav dibin. Rojnameyê rewş wek "kujerê bêdeng ê nû" bi nav kir ku bandorên wê digihêjin girtina dibistanan, kêmkirina saetên kar, mayîna di mal de. Hate diyarkirin ku ev rewş aloziyên awarte yên tenduristiyê jî tîne bîra mirov.

Hat gotin: "Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî piştrast kir ku tiştê ku li Ewropayê tê jiyîn ne bûyerek demkî ye, lê belê beşek ji şêwazek zêdebûyî ye ku ji çalakiya zêde ya mirovan derdikeve holê."

Li gorî rojnameyê, ev hemû encama destwerdana mirovan di xwezayê de ye ku dibe sedema encamên neyînî, wekî guherîna avhewayê, windabûna cihêrengiya biyolojîk, çolbûn, bahoz û lehiyan, qirêjiya avê, birîna daristanan û kêmbûna çavkaniyên xwezayî.

(bb)