30 endamên Talîbanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanê îdîa kir ku li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîban a Pakistanê û komeke ser bi wê ve hatin kuştin. Li heman herêmê hefteya derbasbûyî 16 leşker di êrîşa xwekujî de hatibûn kuştin.

30 endamên Talîbanê hatin kuştin
4 tîrmeh, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, "Hêzên ewlekariyê bi profesyoneliyeke mezin û amadekariyeke bi hişyarî pêşî li felaketeke gengaz girtin."

Artêşa Pakistanê ku Hindistanê bi piştgiriya ji bo şervanên Talîbanê sûcdar dike, her wiha ragihand ku hejmareke zêde çek, cebilxane û teqemenî bi dest xist.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê hewldaneke serdegirtinê asteng kirin û pîroz kir. Şerîf got, "Em bi biryar in ku her şêwe terorîzmê li welêt bi dawî bikin."

Roja Şemiyê Talîban a Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva (bakurrojava) êrîşeke xwekujî kiribû û herî kêm 16 leşker kuştibûn.

Talîban a Pakistanê û komeke xwecihî ya ser bi wê ve berpirsyariya êrîşê li xwe girtibû û îdîa kiribû ku êrîş ji aliyê tûgaya bombevanên xwekujî ve hatiye kirin.

Ji havîna 2021'ê û vir ve ku Talîban li Qabûlê li ser desthilatdariyê hate bicihkiri, li ser sînorê Efganistan û Pakistanê bûyerên tundiyê ketin rojevê.

Îslamabad cîranê xwe sûcdar dike ku komên êrîşî Pakistanê dikin ji xaka xwe naqewirîne. Lê belê Efganistan vê yekê red dike.