Ji welatên Yekitiya Ewropayê cara yekemîn penaberekî sûriyeyî hat dersînorkirin

Ji Awisturyayî yekemîn penaberekî sûriyeyî ku hatibû mehkûmkirin, hat dersînorkirin.

Ji welatên Yekitiya Ewropayê cara yekemîn penaberekî sûriyeyî hat dersînorkirin
4 tîrmeh, 2025   11:41
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Awisturyayê duh ragihand ku penaberekî sûriyeyî ku ji ber sûcan hatiye mehkûmkirin, ji bo welatê xwe hatiye dersînorkirin. Bi ve yekê Awisturyayê dibe yekem welatê Yekitiya Ewropayê ku di nêzîkî 15 salan de bi fermî dersînorkirineke rasterast ji bo Sûriyeyê pêk tîne.

Wezîrê karên hundir ê Awisturyayê Gerhard Karner got: "Dersînorkirina penaberê sûriyeyî di çarçoveya siyaseteke penaberiyê ya hişk û dadperwer de hat kirin."

Karner destnîşan kir ku ev gav berdewama siyaseta hikumeta Awisturyayê ye ku ji dema hilweşandina Beşar Esed (Kanûna 2024) de dimeşîne.

Li gorî AFP’ê, Karner diyar kiriye ku welatê wî dê polîtîkayeke penaberiyê ya tundtir bidomîne.

Wezareta Karên Hundir a Awisturyayê diyar kir ku "ev gav di salên dawî de, di nav Yekitiya Ewropayê de, yekem dersînorkirina fermî ya penaberekî sûriyeyî ye ku bi sûcan hatiye mehkûmkirin."

 Di 8’ê Sibatê îsal de, Wezareta Karên Hundir a Awisturyayê dest bi amadekirina bernameya dersînorkirina penaberên sûriyeyî û vegerandina wan a bi dilxwazî ​​bo welatê wan kiribû.

Wezaretê diyar kir ku wê di Kanûna par de de dest bi kişandina serlêdanên penaberiyê yên ji penaberên sûriyeyî kiriye û biryarên qebûlkirina wan rawestandine.

Wezaretê her wiha ragihand ku hejmara penaberên sûriyeyî yên ku serlêdanên wan ên penaberiyê li Awisturyayê hatibûn kirin, gihaştiye 2 hezar 400 kesan. Wezaretê aşkera kir ji dema rûxandina rejîma Baasê ve daxwazên serlêdanên penaberiyê ji sedî 55 kêm bûne.

Li gorî heman wezaretê, di Çileya îsal de 618 sûriyeyiyan serlêdana penaberiyê kiriye. Lê di Çileya par de hezar û 993 serlêdanên penaberiyê hatibûn kirin.

(bb)