Rojnameyên erebî ezmûna Rêveberiya Xweser û dosyaya DAIŞ’ê nirxandin

Çavdêran diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser di dirêjeya şerê li Sûriyeyê de modeleke siyasî ya pêşketî ji Kurdan re pêşkêş kir. Çavdêran bal kişand ser êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û serbestberdana DAIŞ’iyên di girtîgehên QSD’ê de.

Rojnameyên erebî ezmûna Rêveberiya Xweser û dosyaya DAIŞ’ê nirxandin
26 ÇILE, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de pêşketinên li Rojava, ezmûna Rêveberiya Xweser, têkiliyên navneteweyî yên bi Kurdan re û metirsiyên girêdayî dosyaya DAIŞ’ê nirxandin.

‘PROJEYA DEWLETA KURDAN A SERBIXWE’

Rojnameya El Erebî bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku Rêveberiya Xweser di salên dawîn ên şerê li Sûriyeyê de ezmûneke siyasî ya îstisna ji bo nasnameya Kurdan ava kir. Hate gotin: "Li gel şerê li Sûriyeyê ku zêdetirî 10 salan dirêj kir, ev ezmûn ku bû hêviya projeya dewleteke serbixwe ya Kurdan, karîbû modeleke Rêveberiya Xweser bi saziyên wê û rêveberiyên wê yên xwecih peyda bike."

Rojnameyê îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser tevî kêşeyan jî di avakirina hebûneke siyasî û civakî ya Kurdên li hundir û derveyî Sûriyeyê de bi ser ket.

Heman rojnameyê bal kişand ser dosyaya DAIŞ’iyên girtî û çarenûsa wan û bi bîr xist ku çeteyên hikumeta demkî girtîgehên di bin kontrola QSD’ê de vekirin û çeteyên DAIŞ’ê berdan. Her wiha destnîşan kir ku "Li gel ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê ji girtîgehên Kurdan bo Iraqê hatin veguhestin jî, xuya ye ku herêm dikeve qonaxeke nû ya nediyariya stratejîk."

Rojnameyê îşaret pê kir ku vegera bi temamî ya DAIŞ’ê dûr e, lê hêza wê ya telihevkirina rewşa ewlehî û siyasî hîna heye. Rojnameyê hişyarî da ku krîzên herêmê wek gendelî, lawaziya rêveberiyê û parçebûna mezhebî hawirdoreke guncaw ji bo jinûve hilberandina tundrawiyê bi rêbazên nû peyda dike.

‘HEVALBENDAN PIŞTA XWE DA KURDAN’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê cih da ezmûna QSD’ê ya bi DYA’yê re û diyar ku hevalbendan pişta xwe daye Kurdan.

Rojnameyê da zanî ku Kurdan bi desteka DYA’yê şerê DAIŞ’ê kir û berdêlên mirovî yên mezin dan, piştre rûbirûyî rastiya terikandina siyasî hatin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Kurdên Sûriyeyê vê terikandinê wek zilmeke dîrokê ku ji Peymana Sykes-Picot, peymanên Sevr û Lozanê û parçebûna erdnîgarî û siyasî ya ku pê re bû dirêj dike, dibînin.

Hate gotin: "Dewletên mezin pirsgirêka Kurd wek amûra zexteke siyasî dît, lê ev yek negihaşt asta guhertina nexşeyan an jî pejirandineke fermî ya projeyeke dewleta Kurdan.”

(b)