Rojnameyên erebî: Dan û standinên Lubnan-Sûriyeyê Hizbullahê tevlihev dikin

Çavdêr dibêjin civîna ku tê payîn di navbera Trump û Netanyahu were lidarxistin hewlek e ji bo ji nûkirina kartên lîstika li herêmê. Her wiha hevdîtinên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de Hizbullah tevlihev dikin.

Rojnameyên erebî: Dan û standinên Lubnan-Sûriyeyê Hizbullahê tevlihev dikin
7 nîsan, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî têkildarî civîna di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de û gotûbêjên berdewam ên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de ji bo xêzkirina sînoran, nivîsîn.

‘ÇIMA TRUMP BI LEZ GAZÎ NETANYAHU KIR?

Rojnameya El Quds El Erebî behsa civîna awarte ya di navbera Trump û Netanyahu de û sedemên vê bangewaziya ji nişka ve kir. Li gorî rojnameyê rêveberiya Trump hewl dide bertekên bacên ku aboriya DYA’yê tehdît dikin sînordar bike, ku dibe ku bandoreke neyînî li ser Partiya Komarparêz bike di hilbijartinên navîn ên pêş de.

Rojnameyê 2 senaryoyên civînê şîrove kirin; an dê zextek çêbe ji bo lihevkirineke herêmî ya demkî ku welatên Kendavê jî beşdar bibin ji bo rawestandina şerê li ser Xezayê û kontrolkirina destwerdana Îsraîlê li Sûriyeyê û Lubnanê, yan jî dê bi awayekî dramatîk ber bi pevçûneke rasterast bi Îranê re here, ev jî dê bandorê li eniyên Sûriyeyê û Lubnanê bike.

‘HEVDÎTINÊN LI SER SÎNORÊ LUBNAN-SÛRIYEYÊ HIZBULLAHÊ ASTENG DIKE’

Rojnameya El Ereb civîna wezîrên parastinê yên Lubnan û Sûriyeyê ya li Erebistana Siûdî di dawiya meha Adarê de aşkera kir û diyar kir ku di civînê de gavên ji bo diyarkirina sînorên hevbeş û zêdekirina hevkariya ewlehiyê gotûbêj kirine. Ev gav di demeke wiha de pêk hat ku li ser sînor tevgera qaçaxçîtî û alozî zêde bûne, bi taybetî ji hêla Hizbullahê ve.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku ji bo serkeftina van xebatan hewcedarî bi piştevaniya navneteweyî û bi taybetî ji aliyê DYA’yê ve heye, ji bo alîkariya artêşa Lubnanê bikin ku bikare sînor kontrol bike û ewlehiya dewletê pêk bîne û nehêle aloziya li Sûriyeyê derbasî nav Lubnanê bibe.