FAO: Sûriye bi aloziya ewlehiya xurekê re rû bi rû ye

Rêxistina Xurekê ya Cîhanê hişyarî da ku aloziya ewlehiya xurekê li Sûriyeyê mezintir bibe û texmîn kir ku hilberandina dexl û dan îsal kêm bibe.

FAO: Sûriye bi aloziya ewlehiya xurekê re rû bi rû ye
7 nîsan, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Xurekê ya Cîhanê (FAO) hişyarî da ku aloziya ewlehiya xurekê li Sûriyeyê kûrtir bibe. FAO’yê destnîşan kir ku dibe îsal hilberandina dexl û dan ji sedî 13 ji ya par kêmtir be.

FAO’yê li ser X’ê diyar kir ku nîvê nifûsa Sûriyeyê ji ber şer, hilweşîna qada aborî û zêdebûna tundiyê bi tunebûna ewlehiya xurekê re rû bi rû ne. Her wiha bi bîr xist ku zêdetirî 7 milyon kes li Sûriyeyê koçber in û binesazî, mal û xizmet hilweşiyane.

Beriya krîzê li Sûriyeyê avhewayeke cihêreng a navîn bû, dîsa jî çavkaniyên binerd ên avê heya radeyeke baş hebûn. Li gorî rapora FAO’yê, çandina dexlên zivistanê ji ber nebarîna baranê di payîza 2024’an de û pêla hişkesaliyê, bandoreke neyînî li zeviyên çandiniyê bûye.

(bb)