Li Xezayê herî kêm 44 kes hatin kuştin

Duh di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de herî kêm 44 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji xaka Fîlîstînê nêzî deh fîşek hatin teqandin.

Li Xezayê herî kêm 44 kes hatin kuştin
7 nîsan, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îsraîlê piştî agirbesta ji 2 mehan, li Xezayê ji nû ve dest bi êrişan kir. Dan û standinên ji bo dirêjkirina agirbestê jî bê encam mane.

Piştî xerabûna agirbestê êriş û operasyonên artêşa Îsraîlê zêde bûn.

Berdevkê Parastina Sivîl a Filistînê Mahmûd Bassal ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku ji sibeha Yekşemê ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 44 kes hatine kuştin.

Bassal anî ziman ku êrişek li taxa El Tuffahê ya Xezayê hatiye kirin û diyar kir ku dema komeke mirovan li nêzî firinekê li hev kom bûbû, êriş hate kirin û 6 filistînî hatin kuştin. Li gorî agahiyan kuştiyek jî zarokekî 3 salî ye.

Di daxuyaniya Hemasê de jî, li xaka Filistînê ku 18 meh e ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û 'kuştina zarokan a bi zanebûn' hate şermezarkirin.