Rojnameyên erebî: Biçekkirina xwepêşandanên li Siweydayê zehmet e

Rojnameyên erebî vê sibê cih da xwepêşandanên li Siweydayê, hilbijartinên li Îranê û serdana Burhan ji bo Qahîreyê.

Rojnameyên erebî: Biçekkirina xwepêşandanên li Siweydayê zehmet e
1 adar, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî kuştina xwepêşandêrekî li Siweydayê bi guleyên endamên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, nûçeyek bi sernavê "Biçekkirina xwepêşandanên li Siweydayê zehmet e" belav kir.

Rojnameyê diyar kir ku vê bûyerê, gelek pirs girêdayî pêşketina bûyeran li herêmê derxistin pêş ku xwepêşandêran ji destpêkê ve, bi awayekî aştiyane rabûn û metirsî hene hikumeta Şamê xwepêşandanan ber bi tundiyê ve bikişîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku ruxmî rewşa li Siweydayê ji gelek îhtîmalan re vekiriye, lê belê hin kes diyar dikin ku hikumeta Şamê ne amade ye rasterast li hember şêniyan bisekine, nemaze ku ji destpêkê ve hewl daye bi awayekî leşkerî destwerdanê li van xwepêşandanan neke, ji bo ku durziyên sûriyeyî ji aloziyê dûr bixe.

ÎRANÎ DENGÊ XWE DIDIN

Rojnameya El Quds cih da hilbijartinên Meclisa Şûra ya Îranê ku îro dest pê dikin. Rojnameyê da zanîn ku bang li zêdetirî 61 milyon îraniyan hatiye kirin ku dengê xwe li 60 hezar navendan bidin û endamên Meclisa Şûra û Meclisa Pirsporan hilbijêrin ku berpirsê diyarkirina murşîdê bilind e ku li Komara Îslamî ya Îranê desthilatdara herî payebilind e.

Li gorî rojnameyê televîzyona fermî ya Îranê daneyên ankêtekê parve kir û diyar kir ku ji sedî 41`ê kesên tev li ankêtê bûne, dê dengê xwe bidin.

Ji destpêka xwepêşandanên berfireh ên li Îranê piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022`yan de, ev hilbijartinên yekemîn in.

‘EL BURHAN LI QAHÎREYÊ YE DA KU FIKARÊN LI SER TÊKILIYA WÎ YA BI ÎXWANAN RE JI HOLÊ RAKE’

Rojnameya El Ereb El Landiniye jî diyar kir ku fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan pêncşemê serdana Qahîreyê kir, ji bo ku metirsiyên serokê Misirê Ebdulfettah El Sîsî ji têkiliya wî bi Îxwanan re ji holê rake, nemaze ku El Burhan bi muftiyê Lîbyayê yê ji kar hatiye dûrxistin El Sadiq El Xiryanî beriya çend rojan civiya û bû sedem ku behsa hebûna têkiliyeke xurt di navbera wî û Îxwanan de bê kirin.

Li gorî rojnameyê El Burhan di serdanê de hewl da şîroveyên der barê vê têkiliya veşartî de ji Misirê re pêşkêş bike.

(şx)