CENTCOM: Me 6 moşek û balafireke bêmirov a Hûsiyan bê bandor kirin

CENTCOM`ê ragihand ku balafireke bêmirov û 6 moşekên Cruse yên Hûsiyan ku amade kiribûn biavêjin Deryaya Sor, bê bandor kirine.

CENTCOM: Me 6 moşek û balafireke bêmirov a Hûsiyan bê bandor kirin
1 adar, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê 6 moşekên Cruse yên koma Hûsiyan a Yemenê ku ji avêtinê re hatibûn amadekirin, bê bandor kirine.

CENTCOM`ê di daxuyaniya ku li ser X’ê de parve kiriye, da zanîn ku balafireke bêmirov li başûrê Deryaya Sor duh êvarê xistiye xwarê.

Li gorî daxuyaniyê, berpirsên leşkerî biryar daye ku moşek û balafirên bêmirov ên li ser keştiyên bazirganiyê û hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li herêmê xetere ne.

Beriya vê serokê koma Ensarullah a Hûsiyan Ebdulmelêk El Hûsî gef xwaribû ku koma wî "surprîzên leşkerî û nepêşbînkirî" amade kirine.

Her wiha di xîtaba xwe de ku duh daye, gotibû: "Komê 54 keştî li Deryaya Sor bi 384 moşekan û balafiran kirine hedef."

(şx)