Kesixandina darên zeytûnan dest pê kir

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kesixandina darên zeytûnan kir.

Kesixandina darên zeytûnan dest pê kir
1 adar, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bidawîbûna mewsima berhevkirina zeytûnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cotkaran wekî her sal di vê wextê xwe de dest bi kesixandina darên zeytûnan kir.

Her sal cotkar piştî bidawîbûna berhevkirina zeytûnan dest bi vê xebatê dikin ku heta dawiya Sibatê berdewam dike. Hin caran di biharê de jî tê kirin, ji bo ku koka daran qewîn bibe.

(şx)

ANHA